Êrişên paporên Siyonîstî ser Tertûsa Sûriyê
Kanûn 16, 2024 18:15 Asia/Tehran
Rejîma Siyonîst bi paporên xwe bajarê Tertûs ê Sûriyê li peravên Deryaya Medîteranê bi giranî da ber êrişan.
Rejîma Siyonîst bi paporên xwe êrişên herî giran kirin ser bajarê bendera Tertûsê li başûrê rojava Sûriyê ku ketiye peravên deryaya Medîteranê, êrişa ku wek Hîroşîmaya Tertûsê hatiye bi navkirin.
Piştî vê êrişê , çûyîna nav Tertûsê hatiye sînordarkirin û ev mesele bûye sedem ku agahiyên eseh li ser hejmara kuştiyên sivîlan bi dest nakevin.
Li gorî raporeke din, Rejîma Siyonîst di 12 sietên borî de navenda radar, berevaniya hewayî û cebilxaneyên stratejîk ên Sûriyê hedef girtine.