Dewama êrişên Rejîma Siyonîst ser Sûriyê
Balafirên cengê yên artêşa Rejîma Siyonîst îro zêde ji 61 caran navçeyên Mesiyaf li dorhêla rojava Hemayê, depoyên çekan li gundê Mehceyê, bakûrê Derayê û rojhilata Humsê û depoya leşkerî ya Şinşarê li dorhêla Hums a Sûriyê dan ber êrişên hewayî.
Rejîma Siyonîst çendîn êriş birin ser pêgehên leşkerî li navçeyên curbicur ên derdora Şamê, Karistana çekan li devera El Sefire li rojhilatê bajarê Helebê û navenda leşkerî ya ser bi artêşa Sûriyê li dorhêla rojhilatê Humsê li Sûriyê jî çend caran ji aliyê çekdarên Rejîma Siyonîst ve hatin hedefgirtin. Medyaya Sûriyê jî behsa rûdana teqînên mezin li Hemayê ji ber êrîşên firokeyên Îsraîlê kiriye. Ji aliyê din ve medyayên Îbranî ragihandine ku heftiya buhurî zêdetir ji 450 êrişên Rejîma Siyonîst ser Sûriyê hatine kirin û hema hemû şiyanên leşkerî û berevaniyê yên artêşa Sûriyê di van êrişan de ji nav çûne. Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê jî ragihand ku bombebarana Îsraîlê ser tunel û depoyên çek û cebilxaneyan li Çiyayê Qasiyûnê li nêzîkî Şamê berdewam e. Depoya leşkerî ya li Şenşar a li derdora Humsê jî ji aliyê balafirên Îsraîlê ve hat bombebarankirin. Rejîma Siyonîst di rojên derbasbûyî de li kiryarên ku tên wateya binpêkirina eşkere ya serweriya Sûriyê,êrîşên xwe yên hewayî ser hin navendên leşkerî li Sûriyê zêde kir.