Kanûn 09, 2024 17:17 Asia/Tehran
  • DEM partî: Êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê qeyranê kûr dikin

DEM partiyê ragihand, êrîşên li ser Bakur û Rojhilata Sûriyê qeyranê kûr dikin û got, “Desthilata Tirkiyê êrîşî destkeftên Rêveberiya Kurdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM partiyê derbarê êrîşên li ser Bakur û Rojhilata Sûriyê daxuyaniyek weşand.

Partiya DEM’ê diyar kir, Êrîşên li ser Bakur û Rojhilata Sûriyê dibe sedema kuştina sivîlan û xwefirên  Tirkiyê li Eyn Îsayê 12 sivîl kuştin

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Destilata Tirkiyê siyaseta xwe li ser asêmîlekirina kurdan dimeşîne û êrîşî destktiyên Rêveberiya Kurdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike”.

Partiya DEM’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku berpirsiyariya xwe ji bo rawestandina şêr bi cih bîne.

Serepeyv