HSD: Komên çekdar ên Tirkiyê 15 hezar welatî desteser kirin
Hêzên HSD ragihand:Komên çekdar ên ser bi Tirkiyê 15 hezar welatiyên sivîl li navçeya Şehbaya bakurê Helabê desteser kirin ku dixwestin ber bi Bakur û Rojhilata Sûriyê ve herin.
HSD bi daxuyaniyekê ragihand ku komên çekdar ên kirêgirtî yên ser bi Tirkiya dagirkir operasyoneke berfireh a revandin û hêsîrkirinê li nav xelkê sivîl de pêk anîn ku li navçeyên Şehbayê li bakurê Helebê ketibûn ber êrişan.
Wî her wiha diyar kir:Wan zêde ji120 otombîlên tijî welatiyên sivîl ber bi bakur û rojhilatê Sûriyê ve revandin û ew birin cihekî nediyar li nêzîkî navçeya Şêx Necar, Wî her wiha got: Li gor daxûyaniyê ew kom bi mebesta dîlgirtin û kolekirina zêde ji 15 hezar welatiyên sivîl desteser kirin û gelek kes rewandin û ew birçî hiştin û di rewaşeka xirab de xweyî kirin û ev bê nan av hiştin.