Êrişa Rejîma Siyonîst ser dorhêla Hums a Sûriyê
Cotmeh 31, 2024 19:27 Asia/Tehran
Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst, Humsê li rojavaya Sûriyê bombebaran kirin.
Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst, roja pêncşemiyê hin tax û avahiyên xelktêde û navçeya pîşeyî ya li rojhilata El Qesîrê li dorhêla Humsê kirin hedef. Hin medyayên Sûriyê ragihandin ku di encama vê êrişê da 2 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne. Êrişên leşkerî yên rejîma qirkir a Siyonîst ser axa Sûriyê di rewşekî daye ku Şamê bi caran bi şandina nameyan bo NY û Konseya Ewlehiyê bi şermezarkirina van êrişan , daxwaza sekinandina wan êrişan kirye.