Êrişa berxwedana Iraqê bi xwefiran ser armnaceke leşkerî li Golana dagirbûyî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i347359-Êrişa_berxwedana_iraqê_bi_xwefiran_ser_armnaceke_leşkerî_li_golana_dagirbûyî
Berxwedana Îslamî ya Iraqê şeva Înê bi daxuyaniyekê ragihand ku armanceke leşkerî li Golana dagîrkirî bi xwefiran daye ber êrişan.
(last modified 2024-03-30T03:11:34+00:00 )
Adar 30, 2024 06:07 Asia/Tehran
  • Êrişa berxwedana Iraqê bi xwefiran ser armnaceke leşkerî li Golana dagirbûyî

Berxwedana Îslamî ya Iraqê şeva Înê bi daxuyaniyekê ragihand ku armanceke leşkerî li Golana dagîrkirî bi xwefiran daye ber êrişan.

Medyaya şer a vê koma berxwedanê ragihand ku  bi firokeyeke bê firokevan êrişî armanceke leşkerî ya Îsraîlê li Golana dagîrbûyî (li Sûriyê) kiriye. Di dewama vê daxûyaniyê de hatiye:

Berxwedana Îslamî ya Iraqê ji bo piştgiriya gelê Xezeyê di meha Remezanê de êrîşa li dijî dagirkeran zêdetir bike.

Berxwedana Îslamî ya Iraqê roja duşemiya buhurî ragihand ku baregeheke  Rêjîma Siyonîst kiriye armanc.

Vê komê amaje bi vê yekê jî kir ku, baregeha firokeyên bêfirokevan  li Golana dagirbûyî ya Sûriyê  bi xwefiran daye ber êrişan.

Berxwedana Îslamî ya Iraqê jî Sibeha çarşemiyê avahiya Wezareta Cengê ya Rejîma Siyonîst kir armanc,

Vê komê pêştir di operasiyonên berê de hişyarî dabû ku eger Rejîma Siyonîstî êrişên xwe ser Zîvala Xezeyê berdewam bike, dê operasyonên xwe zêdetir bike.

Medyaya Berxwedana Îslamî ya Iraqê Pêncşemiya bihurî jî ragihandibû ku baregeha esmanî ya Palmexayim ya artêşa Rejîma Siyonîst  bi xwefiran daye ber êrişan.