Kanûn 14, 2023 17:20 Asia/Tehran
  • Êrîşa berbangê ser baregeha leşkerên amerîkî li Şedadiyê

Çavkaniyên medyayî îro qala êrîşa bi xwefirran ser baregeha Amerîkayê li Sûriyê û qewimîna çend teqînan tê da kirin.

Komên Berxwedanê bi xwefirran baregeha dagirkerên amerîkî li bajarê Şedadiyê ya başûrê Parêzgeha Hesekeyê ya Sûriyê kirin armanc. El-Meyadînê ragihand ku dengê çend teqînan ji vê baregehê hatiye bihîstin.

Pêştir ji vêya çavkaniyên nûçeyan qala du êrîşên cuda di kêmtir ji saetekê da ser baregeha leşkerên Amerîkayê li Meydana Niftê ya Konîkoyê, her wiha êrîşa bi xwefirran  a şeva derbasbûyî ser du baregehên neqanûnî yên Amerîkayê li navçeya Tenfê ya Sûriyê kiribûn.

 

Berxwedana Îslamî ya Iraqê pêştir ragihandibû ku bi merema piştevaniya ji gelê Filistînê û ji ber hebûna destê Amerîkayê di tevkujî û cinayeta dijî wan da, dê êrîşên ser baregehên Waşîngtonê li navçeyê girantir bike.

Serepeyv