Cotmeh 30, 2023 08:59 Asia/Tehran
  • Serokê parlemana Sûriyê:Rawestana bereya berxwedanê li himberî Îsraîlê berdewam e

Şanda parlemanê ya Komara Îslamî ya Îranê bi Serokê Meclisa Gel a Sûriyê re hevdîtn pêk anî û peyama Serokê Meclisa Îslamî ya Îranê raberî wî kir.

Hemûde Sebax, Serokê Meclisa Gel a Sûriyê êvara Yekşemê di civîna şanda parlemana Îranê li Şamê de ragihand, kuRawestana bereya berxwedanê li himberî Îsraîlê berdewam e.

Hemûdê Sebax bal kişand ser vê yekê ku bereya berxwedanê piştgiriya ji gelê Filistînê û berxwedana xwe berdewam dike û destnîşan kir ku Sûriye û Îran li dijî komployên sîyonîst-amerîkî yên li navçeyê b hev re hevdeng in.

Serokê Meclisa Gel a Sûriyê jî peywendiyên Îran û Sûriyê dîrokî bi nav kir û got: Ji bo berevaniya ji doza Filistînê xurtkirina peywendiyên dîplomatîk û parlemanî di navbera her du welatên dost  de pêwîst e.

Îbrahîm Ezîzî,  Cîgirê Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Îslamî ya Îranê jî li hevdîtina bi Serokê Meclisa Gelê Sûriyê got: Rejîma Siyonîst di operasyona Bahoza Eqsayê de bi ser neket û nikare vê  işkestê bicebirîne.

 

Serepeyv