Cotmeh 19, 2023 15:57 Asia/Tehran
  • Du baregehên amerîkî li Sûriyê ketin ber êrîşa mûşek û xwefirran

Kanala El-Meyadînê qala êrîşa bi xwefirr û mûşekan ser du baregehên amerîkî li El-Tenef û Konîkoyê li axa Sûriyê kir.

Vê kanalê ji zarê çavkaniyên xwe ragihand: Baregeha amerîkî ya Tenefê li sêkunciya Sûriye, Iraq û Urdinê bi sê xwefirran ketiye ber êrîşê.

Xwefirran karîn li ser vê baregehê bifirrin û êrîşî ser wê bikin.

Ji asta zirarêhn pêkhatî ti zanyariyek nehatiye belavkirin.

Van çavkaniyan her wiha qala lêketina du heb mûşekan li baregeha Amerîkayê ya Konîkoyê li bakurê Dêrezora Sûriyê kirin.

Li gorî gotina çavkaniyên El-Meyadînê, Baregeha Konîkoyê ketiye rewşa amadetiyê û balefirên şêrr û helîkopterên amerîkî li ser vê herêmê difirrin.

Ev di rewşekê da ye ku Berxwedana Îslamî ya Iraqê roja Çarşemiyê bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrîşa ser du baregehên amerîkî yên Eynul-Esedê li parêzgeha Enbarê û Baregeha Herîrê li Hewlêra navenda Herêma Kurdistana vî welatî da ser milê xwe.

 

Serepeyv