Îlon 22, 2023 16:08 Asia/Tehran
  • Şî di hevdîtin bi Esed re: Piken û Şam hewl didin peywendiyên hevpar ên stratejîk hebin

Serokomarê Çînê di hevdîtina bi serokomarê Sûriyê re got: Piken û Şam ji bo peywendiyên stratejîk hewil didin.

 

Şî Cîn Pîng, Serokkomarê Çînê  di hevdîtina bi  Bişar Esed serokkomarê Sûriyê re got: Piken amade ye hevkariyê bi Sûriyê re xurt û  bihêz bike û ji edaleta navneteweyî di saya  bêîstiqrariya cîhanê berevaniyê bike.

Şî got : Sûriye yek ji yeke welatan e ku peywendiyên xwe bi Çîna nû re datîne û herwiha yek ji wan welatan e ku pêşnûmeya biryarnameyekê  ji bo vegerandina kursiyê Çînê bo nav  Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de pêşniyar kiriye.

 Wî her wiha : Peywendîyên Piken û Şamê ji pêşt 67 salan ve li hember guhertinên navdewletî mayînde bûne û dostanîya her du alîyan tim berdewam e.

Bişar Esed jî di vê hevdîtinê de got: Em derbarê  rola avaker a Çînê li qada navneteweyî hêvîdar in û em li dijî  hewldanên bona  lawazkirina vê rolê ne.

Serokê Sûriyê amaje bi sefera xwe ya Çînê  kir û got: Ev sefer ji ber  dem û rewşa niha giring e, ji ber ku îro em şahidê cîhaneke  çendcemseriyê ne û ev kiryar dê hevsengî û aramiyê vegerîne cîhanê û erkê me ye ku vê kêliyê ji bo pêşerojeke  ronî bikar bînin. 

 

Li gorî vê raporê, serokkomarên Çîn û Sûriyê di vê hevdîtinê de peymana hevkariya stratejîk a navbera her du welatan îmze kirin.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê  jî teqez kir sefera serokomarê Sûriyê  ya Çînê gelekî giring e û pêngaveke nû ye di dîroka peywendiyên her du welatan de.

Feysel El-Miqdad , Wezîrê Derve yê Sûriyê got: Peywendiyên Sûriyê û Çînê di van salên dawî de gelek pêş ketine û rewşa navdewletî gelekî hatiye guhertin û Çînê niha roleke berçav di astên curbicur de heye.

El Miqdad derbarê hebûna neqanûnî ya Amerîkayê li Sûriyê jî got: Amerîka nift , gaz û dexlên Sûriyê talan dike.

Li gorî amarên herî dawî yên Wezareta niftê ya Sûriyê  asta nifta Sûriyê ku ji aliyê Amerîkayê ve hatiye dizîn, gihîştiye 115 milyar dolaran.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê her wiha got: Dagirkerên Amerîkayê û alîkarên wan bila bizanibin ku ev dagîrkerî dê zêde bertdewam neke. 

Wezîrê Derve yê Sûriyê diyar kir: Çînê siyaseteke serbixwe û bêalî heye û baweriya hemû aliyan lê heye. Peywendiyên cîhana ereban bi Çînê re li ser esasê berjewendiyên hevpar in.

Sûriye piştevaniya hevkariyên Erebî-Çînî dike û derbarê paşeroja peywendiyên welatên Erebî û Çînê geşbîn e.

 

Serepeyv