Îlon 17, 2023 09:51 Asia/Tehran
  • SOHR'ê amara êrîşên xwefirrên Tirkiyê li axa Sûriyê ragihand

Tirkiyê ji destpêka îsal va heta niha 57 operasyonên xwefirran li navçeyên bin kontrola Kurdên Sûriyê pêk anîne ku di encamê da 140 welatiyên sûrî hatine kuştin an birîndar bûne

Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Tirkiyê ji destpêka sala 2023an va 57 operasyonên xwefirran li axa Sûriyê bi cihb anîne ku di van operasyonan da 140 welatiyên sûrî hatine kuştin an birîndar bûne û pirraniya wan welatiyêbn kurd in.

Her wiha di rapora Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê da hatiye ku di van operasyonan da sazî û binesaziyên navçeyên kurdnişîn ên Sûriyê, cihên leşkerî û erebe bûne armanc.

Di rapora Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê da hatiye, Di van operasyonan da 58 kesan canê xwe ji dest dane ku 13 kes ji wan sivîl bûne.

Sê rayedarên ne-leşkerî yên Kurd ên Sûriyê jî di nav candayîyên ji ber êrîşên Tirkiyê da bûne.

42 kes ji qurbaniyan hêzên HSD'yê û 3 kes jî hêzên leşkerî yên hikûmeta navendî ya Sûriyê bûne.

Nêzikî 100 kes jî ji ber van êrîşan birîndar bûne.

 

Serepeyv