Îtiraza Dimeşqê li NY'yê li pey dewama talankirina çavkaniyên Sûriyê ji aliyê Amerîkayê va
Dewleta Sûriyê roja Yekşemiyê di nameyekê da bo Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û Serokê Konseya Ewlehiyê, nerazîtiya xwe li hemberî dewama pêvajoya talankirina çavkaniyên vî welatî ji aliyê Amerîkayê va diyar kir.
Dewleta Sûriyê bi caran tekez kiriye, dagirkerên amerîkî bi hebûna xwe li rojhilat û bakurê rojhilatê Sûriyê ti armancekê ji bilî talankirina niftê naşopînin û hebûna wan derqanûnî ye.
Roja Yekşemiyê Wezareta Karên Derve ya Sûriyê di vê nameyê da tekez kir ku rayedarên amerîkî derbarê van talankirinan divê bersiv bidin û dewleta Waşîngtonê dibê ziyarên lêketî li Sûriyê qerebû bike.
Dimeşqê her wiha daxwaza bidawîanîna hebûna derqanûnî ya hêzên amerîkî yên dagirker û vegerandina navçeyên dagirkirî û meydanên nift û gazê li dewleta Sûriyê kir.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyê ragihand, asta ziyana lêketî li beşa çavkaniyên niftê û çavkaniyên madenê yên vî welatî ji ber destdirêjî, talankarî û xirabkariyên pêkhatî ji aliyê leşkerên Amerîkayê va digihêje 115,2 miliyar dolarî.