Tebax 09, 2023 15:30 Asia/Tehran
  • Dewama hevdîtinên taxima parlimanî ya Îranê digel rayedarên sûrî û komên filistînî

Taxima parlimanî ya Îranê ku serdana Sûriyê kiirye, tevî hevdîtyina digel rayedarên sûrî, bi komên filistînî li Dimeşqê ra hevdîtin pêk anî.

Taxima Parlimanî ya Îranê bi serokatiya Wehîd Celalzade Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê bi armanca şêwirîna digel aliyê sûrî serdana Dimeşqê kiriye.

Taxima Parlimanî ya Îranê ji roja Duşemiyê va serdaneke heftrojî bo Sûriye û Libnanê dest pê kiirye. Ev taxim piştî şêwirîna digel rayedarên sûrî. dê serdana Beyrûta paytexta Libnanê bike.

Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê piştî vê hevdîtinê got:

Asta opeywendyên siyasî navera Îran û Sûriyê gelekî baş e û divê hewl were dayîn ku hevkariyên aborî û çandî jî zêdetir bibin.

Hisên Ekber Balyozê Îranê li Sûriyê jî di hevdîtina komên filsitînî li Dimeşqê digel Taxima Parlimanî ya Îranê da mijara Filsitînê wek meseleya sereke ya Cîhana Îslamê zanî û ser piştevaniya ji maf û ramana Filsitînê tekez kir.

Kesayetiyên filistînî jî di vê hevdîtinê da Komara Îslamî ya Îranê wek piştevana rasteqîn a Filsitînê zanîn û pesna wê dan.

Hevkariya Îran û Sûriyê stratejîk e ş piştevaniya Tehranê ji dewleta qanûnî ya vî welatî di heyama qeyrana Sûriyê û alîkariya bo dewleta Esed di pêvajoya şerê dijî komên terorîstî vê yekê piştrast dike.

Peywendiyên navbera Sûriye û Tehranê piştî têkçûna DAIŞ'ê aniha berfireh û cihêreng bûye û asoyên ron ji bo berfirehkirina van peywendiyan di hemî waran da hene.

 

Serepeyv