Tebax 02, 2023 17:43 Asia/Tehran
  • Niştecihên Hesekeyê li dijî mîlîtanên ser bi dagirkerên amerîkî kom bûn

Niştecihên hesekeyê li dijî kiryarên mîlîtanên HSD'yê yên di bin piştevaniya dagirkerên amerîkî kombûneke nerzîtiyê li dar xistin û daxwaza bidawîhatina hebûn û operasyonên ci9nayetkarane yên vê komê li navçeyên cûrbicûr ên Sûriyê kirin.

Niştecihên gundê El-Hemerê li navçeya El-Holê, rêya Heseke-Holê bi şewitandina tekeran girêdan û kiryarên cinayetkarane yên mîlîtanên HSD'yê nemaze revandina xortan, dizîna berhemên çandniyê û heyîtiyên gel şermezar kirin.

Hêzên dagirker ên amerîkî ku bi awayê neqanûnî li navçeyên rojhilatê Sûriyê ne, bihevdestiya mîlîtanên HSD'yê yên ser bi wan heyîtiya neteweyî û berhemên stratejîk weke nift, genim û cehî talan dikin da ku gelê Sûriyê ji berjwendiyên wan ên neteweyî bêpar bikin.

Mîlîtanên navbirî her wiha zextê tînin ser niştecihên navçeyê da ku wan neçar bikin tev li xwe bikin.

Beriya vêya çavkaniyên nûçeyan qala hewldana Amerîkayê ji bo damezirandina komeke mîlîtan a ser b vî welatî li Sûriyê kirin.

 

Serepeyv