Tîrmeh 09, 2023 08:05 Asia/Tehran
  • Derketina Tirkiyê ji axa Sûriyê şerta Esed ji bo hevdîtina bi Erdogan ra

Nezal Qeblan Balyozê berê yê Sûriyê li Enqereyê got: Bişar Esed Serokkomarê Sûriyê tenê di rewşa lihevhatina li ser şertên sereke yên Sûriyê klu ya herî girîng derketina Tirkiyê ji axa vî welatî ye, wê digel Receb Teyyîb Erdogan hevpêşeyê xwe yê tirkiyeyî hevdîtin pêk bîne.

Qeblan got: Biryara rasteqîn ser ustiyê hikûmeta Tirkiyê ye ku divê ji erdên dagirkirî yên Sûriyê li bakur û bakurê rojavayê vî welatî vekişe û ev şerta Sûriyê nakeve ber gotûbêjê.

Balyozê berê yê Sûriyê li Enqereyê her wiha got: Vekişîna Tirkiyê ji axa Sûriyê şerta sereke ya vejiyandina peywendiyên dîplomatîk navbera du welatan e û beriya bidawîhatina dagirkeriya Tirkiyê li axa Sûriyê, vejiyandina van peywendiyan ne pêkan e.

Qeblan her wiha bal kişande ser şert û mercine din ku ji wan rawestandina piştevaniya Tirkiyê ji komên terorîst, vekirina derbasgehên sînorî navbera du welatan û serdestiya dubare ya Sûriyê ser Rêya stratejîk a M4'ê ye.

Artêşa Tirkiyê bi behaneya têkoşîna dijî terorîstan ji derdora sê salan beriya niha va hin navçeyên bakur û bakurê rojhiolatê Sûriyê dagir kirine.

 

Serepeyv