Çavdêrê Mafên Mirovan a Sûriyê: Êrişa ser kurdên Sûriyê ji ewlewiyetên nû yên Erdogan e
Çavdêrê Mafên Mirovan a Sûriyê bal kişand ser berfirehbûna êrişên Tirkiyê ser bakurê Sûriyê di rojên derbasbûyî de û ragihand: Êrişa ser kurdên Sûriyê ji ewlewiyetên nû yên Erdogan e.
Çavdêrê Mafên Mirovan a Sûriyê bal kişand ser kuştin û birîndarbûna zêdetirî 50 kesan li Sûriyê di encama êrişên hewayî yên Tirkiyê di dereqa 12 rojan de, û kiryarên êrişkirane yên Tirkiyê ser Sûriyê bi taybet dijî kurdên vî welatî, yek ji ewlewiyetên teze yên Erdogan da zanîn û ragihand ku êrişa du heftiyên derbasbûyî yên Tirkiyê piştî esehbûna bijartina Receb Teyib Erdogan wek serokkomarê vî welatî li Sûriyê nişkêveyî û kêmînak e.
Vê saziya çavdêrê rewşa Sûriyê bal kişand ser kuştin û birîndarbûna 52 kesan di encama êrişên balefirên Tirkiyê ser bakur û bakur rojhilata Sûriyê di 12 rojan de û got: Ev kiryara nîşan dide ku kiryarên eskerî di navçeyên bin kontrola kurdên Sûriyê bûye yek ji ewlewiuyetên nû yên Receb Teyiob Erdogan derbarê Sûriyê.
Li gor rapora Çavdêrê Mafên Mirovan a Sûriyê, piraniya goriyên êrişên xwefirên Tirkiyê, rûnştiyên navçeyên bin kontrola kurdên Sûriyê bûne û nêzîkî nîva kuştiyan jî endamên HSD û YPG bûne.