Sûriyê nûnerê xwe li Yekîtiya Ereban destnîşan kir
May 31, 2023 19:18 Asia/Tehran
Sûriyê nûnerê xwe yê nû li Yekîtiya Ereban destnîşan kir.
Sûriyê piştî jinûva-bidestxistina kursiya xwe li Yekîtiya Ereban, ,Hisameddîn Ala wek nûnerê xwe li vê yekîtiyê destnîşan kir.
Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya El-meyadînê, Hisameddîn Ala ku di Sibata 2023an da j aliyê Bişar Esed Serokkomarê Sûriyê wek Alîkarê Wezîrê Karên Derve li karûbarên ewropî û saziyên navneteweyî hatibû bijartin, niha wek nûnerê Şamê yê nû li Yekîtiya Ereban hatiye bijartin.