May 03, 2023 14:56 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê: Guhertinên navçeyî û dervey navçeyî yên zav, nekarîne bandorê bikin ser peywendiyên bi biratî yên Têhran û Şamê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji ber serketina hikûmet û gelê Sûriyê û Bereya Berxwedanê li himber terorîzmê û derbasbûna wan ji dewrana zehmet a bêewlehiyê, kêfxweşiya xwe da diyarkirin û got: Guhertinên nvçaeyî û dervey navçeyî yên zav, nekarîne bandorê bikin ser peywendiyên bi biratî yên Têhran û Şamê.

Seyd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di civîneke hevpar a şandên pilebilind ên Îran û Sûriyê de ku bi serokatiya wî û Bişar Esed, Serokkomarê Sûriyê hat lidarxistin, de destnîşan kir: Heqaniyet û rasitiya cih û şûna Îran û Sûriyê û maqûlbûna vê riyê, tam hatiye selimandin û kesên ku hetanî duh, şik û gumana wan li helwêst û cih û şûna siyasî û bîr û rayên Îranê derbarê Sûriyê de hebû, niha êdî pêhesiyane ku ev helwêsta, berheq û dadmenaden ne. 

 Reyîsî bal kişand  ser piştgirî û alîkariya Îranê bo cihhatina aşitiya mayînde û aramiya li Sûriyê û got: Komara Îslamî ya Îranê çawa ku  di warê rawestana li ber terorîzmê de li pişta hikûmet û gelê Sûriyê de sekinî, di warê avedankirin û pêşketinê de jî  dê li pişta birayên xwe yên sûrî de raweste. 

 Bişar Esed, Serokkomarê Sûriyê jî ji helwêst û piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê ji hikûmet û gelê Sûriyê di riyên zemet û bi qeyran ên vî welatî sipasî kir û got: Hikûmet û gelê Sûriyê yê dilovanî û alîkariyên birayên xwe yên îranî ji bîr nekin. 

 Serokkomarê Sûriyê her wiha daxwaza kir ku Komara Îslamî ya Îranê di warê damezrandina ewlehî û aşitiya mayînde li vî welatî û avedankirina navçeyên şerlêketî yên Sûryê, pirtir rola xwe hebe. 

 Bişar Esed destnîşan kir: Peywendiyên Sûriyê û Îranê, peywendiyên zengîn û dewlemdn û tijî ezmûn in, lewma heta di dewreyên zehmet de jî  tevî hebûna kêşeyên siyasî û ewlehî li navçeya rojhilata navîn, peywndiyên ewleh û mayînde hebûne. 

  Serokkomarên Îran û Sûriyê bal kişandin ser wajokirina belgeyê hevkariyê di navbera herdu welatan û ser giringiya bernameya tam û tekûz a istarejk û demdijêk di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Sûriyê bona dabînkirina berjewendiyên her du gelan û gelên navçeyê teqez kirin. 

 Seyd Îbrahîm Reytîsî, Serokê Komara îslamî ya Îranê ser  deweta fermî ya Bişar Esed, Serokkomarê Sûriyê bo sefereke du rojî, îro gihêşt Şamê û li koşa Serokkomariya Sûriyê hat pêşewazîkirin. 

 

Serepeyv