May 01, 2023 16:01 Asia/Tehran
  • 60 fermandeyên DAIŞê ji kampa El-Holê revîne

Rayedarekî Tevgera Al-Fathê ya Iraqê ragihand ku 60 fermandeyên DAIŞê ji kampa El-Holê ya Sûriyê revîne.

 

Cebar Ewde ji rêberên Hevalbendiya Fatha Iraqê got: 60 fermandeyên terorîst ên DAIŞê, di sê rojên derbasbûyî de, ji kampa El-Holê revîne.

 Ewdê her wiha got: Revîn an wendabûna terorîstên DAIŞê, sinaryoyek e ku di mehên derbasbûyî de çendîn caran dubare bûye û tu kesê haje çarenivîsa wan tine û ev yeka gelek pirsan datîne pêşberî me. 

 Vî rêberê Hevalbendiya Fathê a Iraqê bal kişand  ser vê yekê ku kampa Holê li Sûriyê bi 20 hezar terorîstan di xizmeta Rêxistinên îstixbaratî yên rojavayî de ye, ku dixwezin ewlehî û aramiya navçê têk bidin û destnîşan kir: Divê ev kampa were têkbirin ji ber ku gefeke rasterast dijî ewlehiya neteweyî ya Iraqê tê hesabê. 

 Du kampên Holê li bakur û kampa El-Rekbanê li başûrê Sûriyê her du di bin kontrola Emerîkayê de ne. 

 

Serepeyv