Nîsan 14, 2023 17:13 Asia/Tehran
  • Rêûrisma Roja Cîhanî ya Qudsê li Kampa Yermûkê hat lidarxistin

Bi sedan kesî li Kampa Yermûkê ya awareyên filistînî li bajarê Dimeşqa Sûriyê, rêûrisma Roja Cîhanî ya Qudsê li dar xistin.

Li gorî nûçeya SANA News'ê, Ev rêûrism bi navê "Rexê Rojava Mertala Qudsê" û ji aliyê Komîteya Dayîmî ya Roja Cîhanî ya Qudsê va hat lidarxistin. Bi dehan kesayetiyên filistînî û serokên partî û komên sûrî yên cûrbicûr û zanayên olî tê da beşdar bûn.

Kampa Yermûkê ji sala 2012an va ji aliyê komên terorîstî yên dijberê dewleta Sûriyê va hat dagirkirin. DAIŞ'ê jî sala 2015an ew ji destê terorîstan derxist û dagir kir. Piştra dewleta Sûriyê karî vê kampê rizgar bike.

Beriya qeyrana Sûriyê di sala 2011an da, zêdetirî 600 hezar filistînî niştecihê Kampa Yermûkê bûn.

Hêjayî gotinê ye, îro 14ê Nîsanê hevgavê 23yê Remezanê Roja Cîhanî ya Qudsê ye.

Dawîn Înîya meha bimbarek a Remezanê li gorî destpêşxerîya Imam Xumeynî (RE) xîmdanerê Komara Îslamî ya Îranê, Roja Cîhanî ya Qudsê hatîye binavkirin.

Piştî ku dawîn Înîya meha bimbarek a Remezanê wek Roja Cîhaîn ya Qudsê hat binavkirin, gelên misilman bi çavê pêwîstîyekê li meseleya Filistînê di çarçova piştgirîya ji gelên zilimlêkirî mêze dikin.

 

 

Serepeyv