Adar 20, 2023 18:03 Asia/Tehran
  •  Bişar Esed: Serdana min a Îmaratê, xala weerçerxaneke giring di peywendiyên dualî de ye

Serokkomarê Sûriyê serdana xwe ya Îmaratê, wek xala werçerxaneke giring di peywendiyên dualî de da zanîn.

Bişar Esed, Serokkomarê Sûriyê, duh Yekşemiyê gihêşt Ebûzebiyê bi şêx “Muhemed Bin Zayid” Alê Nehyan, Serokê Îmaratê re hevdîtin pêk anî.

Bişar Esed, Serokomarê Sûriyê di axiftinekê de derbarê vê serdanê got ku welatê wî, yê helwêsta Îmaratê derbarê şerê Sûriyê û karesata erdhejê li vî welatî ji bîr neke.

 Esed bal kişand ser vê yekê ku balefirên îmaratî tenê hilgirê alîkariyên demlidest bo erdhejlêketiyan nebûn, belkî bi gelê Sûriyê re jî hevdilî kirin û got: Di serdana Îmaratê û hevdîtina bi “Muhemed Bin Zayid”, Serokê Îmaratê re, min destxweşiya gelê Sûriyê ji ber piştgieriyên berfireh ên vî welatî ji wî re ragihand.

Serokkomarê Sûriyê her wiha destnîşan kir: Serdana Îmaratê, xala werçerxanê ya bingehîn di peywendiyên di navbera her du welatan de ye û bi hezkirina xwedê yê bandoreke erênî jî dayîne ser peywendiyên her du gelên birader yanê Sûriyê û Îmaratê.

 

Serepeyv