Adar 10, 2023 17:43 Asia/Tehran
  •  Bişar Esed: Piştevaniya Îranê ji Sûriyê raserî piştevaniya madî ye

“Bişar Esed” Serokkomarê Sûriyê di hevdîtin abi Wezîrê Karên Derve yê Îranê ra got: Serdana te ya îro bo navçeyên erdhejlêqewimî nîşan da ku piştevaniyên dewlet û gelê Îranê ji Sûriyê û ziyandîtiyên erdhejê yên sûrî tenê piştevaniyeke madî nîne, belkî aliyên wê yên manewî hene û binirx e.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, “Hisên Emîr-Ebdullahiyan” Wezîrê Karên Derve yê Îranê berêvara Pêncşemiyê li Şamê bi Bişar Esed Serokkomarê Sûriyê ra hevdtin pêk anî.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê di vê hevdîtinê da tevî diyarkirina hevgirtin û hevxemiya xwe têkildarî erdheja vê dawiyê li vî welatî, tekezî li ser berfirehkirina herî zêde ya danûstandinên du welatan û helwêsta qahêm û mirovdostane ya Îranê di warê pêwîstiya rakirina dorpêça zalimane ya Amerîka û welatên rojavayî li ser Sûriyê û pêwîstiya şandina alîkariyên navneteweyî bo ziyandîtiyên erdhejê li Sûriyê kir.

Di vê hevdîtinê da Bişar Esed jî ji ber peyam û helwêsta hevgitin û hevxemiyê ya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û Serokkomar û alîkarî û piştgiriyên dewlet û gelê Îranê bo ziyandîtiyên erdhejê li Sûriyê sipasiya xwe diyar kir.

Bişar Esed tekez kir: Di rewşa hestyar a alûgorên navçeyî da, vê serdanê wateyeke siyasî ya girîng û xurt jî heye.

 

Serepeyv