Di êrîşekê DAIŞê de 53 kes li Sûrîyê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i339607-di_êrîşekê_daiŞê_de_53_kes_li_sûrîyê_hatin_kuştin
Di encama êrişa hovane ya terorîstên DAIŞê da 53 welatî li rojhilatê parêzgeha Himsê hatin kuştin.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 18, 2023 11:26 Asia/Tehran
  • Di êrîşekê DAIŞê de 53 kes li Sûrîyê hatin kuştin

Di encama êrişa hovane ya terorîstên DAIŞê da 53 welatî li rojhilatê parêzgeha Himsê hatin kuştin.”

Rêveberîya Nexweşxaneya Tedmûr li parêzgeha Himsê got: “46 kes ji wayên hatine kuştin xelkê sivîl in û 7 kes jî serbaz in. Term bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.” 

Medya fermî ya Sûriyê dibêje: “Li başûr- rojavayê bajarokê Suxna li rojhilatê parêzgeha Himsê 53 welatî dema komkirina kuvarkan di êrîşeke terorîstî ya DAIŞê de hatin kuştinê.”

Piştî ku di Adara 2019an de Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bi serkirdayetiya Amerîkayê têkşikandina DAIŞê li Sûriyê ragihand, şaneyên nivistî yên wê koma terorîst car bo carê dest bi revandin û kuştina welatîyan dikin.