Sibat 15, 2023 17:07 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Urdinê bi Bişar Esed ra hevdîtin pêk anî

Çavkaniyên sûrî ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Urdinê gihîştiye Şamê û bi serokkomarê Sûriyê ra hevdîtin pêk aniye.

Li gorî rapora SANA News’ê, Çavkaniyeke fermî li Sûriyê ragihand ku “Îmen El-Sefdî” Wezîrê Karên Derve yê Urdinê roja Çarşemiyê gihîşte Şamê.

Îmen Sefdî di vê serdanê da tev Bişar Esed serokkomarê Sûriyê hevdîtin pêk anî.

Hevdem balefireke urdinî ya hilgira 12 ton alîkariyên dermanî yên Urdinê bo mexdûrên erdhejê li Sûriyê îro li balefirgeha Şamê rûnişt.

Ev yekem serdana Wezîrê Karên Derve yê Urdinê bo Sûriyê di 12 salên derbasbûyî da ye. Ji ber ku Urdin ji wan welatên ereb bû ku sala 2011an wek beşeke Yekîtiya Ereban piştî civîna awarte li Qahireyê, Sûriye boykot kir û ji nerazîtiyên berfireh  li vî welatî piştgirî kir. Urdinê her wiha zext anî ser dewleta Sûriyê ku digel terorîstên çekdar li hev bê.

Tevî vêya, peywendiyên navbera Urdin û Sûriyê di salên dawî da li hin astan vegeriyaye rewşa asayî.

 

Serepeyv