Sibat 14, 2023 13:11 Asia/Tehran
  • Bişar Esed: “Divê alîkariyên lezgîn derbasî hemî navçeyên Sûriyê bibin”

Serokkomarê Sûriyê di hevdîtina digel Wekîlê Sersekreterê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) Di Karên Mirovdostiyê da pêgîrî kir ku divê giranîya hewldanên navneteweyî ser jinûve-avakirina binesazîyên Sûriyê be.

Martîn Grîfîts, Wekîlê Sersekreterê NY’yê Di Karûbarên Mirovdostiyê da şeva buhurî bi ‘Bişar Esed’ serokkomarê Sûriyê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî û Bişar Esed di vê hevdîtinê da got: “Divê alîkariyên mirovdostiyê demlidest derbasî hemî navçeyên Sûriyê ji wan navçeyên ku di bin kontrola komên terorîst da ne bibin.”

Serokkomarê Sûriyê pêgîrî kir ku divê giranîya hewldanên navneteweyî ser jinûve-avakirina binesazîyên Sûriyê be ku ev yeka hewcedariya xelkê Sûriyê û pêwîstiya vegera awareyên sûrî bo vî welatî ye.

Di vê hevdîtinê da dûhatên erdheja li Sûriyê û hewcedariyên demlidest ên mirovî yên xelkê vî welatî ji bo derbasbûna ji vê qeyranê hatin hilkolandin û Gîrîfîts got: “Dewleta Sûriyê demlidest ji bo rizgarkirin û alîkarîgîhandinê kete dewrê.”

Wî herwiha pêgîrî kir ku NY wê di çarçoveya gihandina alîkariyan û dabînkirina hewcedariyên mirovî bo xelkê Sûriyê da, hewl bide.

 

 

Serepeyv