Êrîşa ser kamyonên madeyên xwarinîyê li ser sînorê Sûriyê bi şêwaza siyonîstan
Çavkaniyên nûçeyan ragihand ku karwanekî kamyonên hilgira erzaq û madeyên xwarinîyê li ser sînorê Sûriyê ketiye ber êrîşa bi mûşekan.
Li gorî ragihandina çavkaniyên nûçeyan, Karwanekî pêkhatî ji 25 kamyonên hilgira madeyên xwarinîyê li sînorê Bûkemala Sûriyê derbas dibû ku ket ber êrîşa bi mûşekan û 3 mûşek ber bi vî karwanî va hatin avêtin; du mûşekên destpêkê bi awayê hişyarkirinê ber bi karwanê navbirî va hatin avêtin û ya sisêyan jî li kamyonekî ket.
Di vê êrîşê da kamyonek ji nav çû û 24 kamyonên din jî bêyî ti ziyanekê ji sînor derbas bûn.
Ev êrîş şeva derbasbûyî ji aliyê xwefirrekî nenas va li zîvala sînorî ya navbera El-Qaima Iraqê û Bûkemala Sûriyê qewimî.
Çavkaniyên nûçeyan li vê navçeyê ragihandin ku ev şêwaza êrîşa li ser kamyonên hilgira madeyên xwarinîyê li ser sînorê Sûriyê dişibe kiryar û êrîşên berê yên ku ji aliyê siyonîstan li vê navçeyê pêk hatine.