Çile 25, 2023 20:03 Asia/Tehran
  • Ji Fransayê hat xwestin welatiyên xwe yên li kampên Kurdistana Sûrîyê werbigre

Şandeke Fransî bi armanca wergirtina welatiyên xwe ji kampan, serdana Kurdistana Sûrîyê kiriye.

Desteyeke fransî duh li bajarê Qamişloyê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ji aliyê Hevserokê Daîreyê û endamên Desteya Rêveberiyê ve hat pêşwazîkirin.

Derbarê civînê de Serokê Şanda Wezareta Derve ya Fransayê Stephane Romatet got: “Ew civîna li Qamişloyê, bi armanca wergirtina welatiyên fransî ji kempên li Kurdistana Sûrîyê pêk hatîye.”

Ji sala 2019an ve proseya wergirtina welatiyên biyanî ji kampên Kurdistana Sûrîyê dest pê kiriye û li gor amarên Neteweyên Yekbûyî (NY), nêzîkî 60 hezar kes di kempên Hol û Roj’ê ne. Ji wê hejmarê 12 hezar ji wan biyanî ne ku 8 hezar ji wan zarok in û welatiyên 57 welatan in, ji wê hejmara welatan 35ê wan welatiyên xwe wergirtine û heta niha wan welatan bi giştî nêzîkî 3 hezar û 200 kes wergirtine Ku para Fransayê 129 kes bûne.

 

Serepeyv