Çile 24, 2023 13:18 Asia/Tehran
  • Birrîna berfire a darên zeytûnê li Efrînê bi destê çekdarên ser bi Tirkîyê didome

Saziya Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê (SOHR) ragihand ku çekdarên ser bi Tirkîyê bi awayekî berfire darên zeytûnê li Efrînê dibirrin.

Çekdarên Koma “Hemze” û “Sipah ul Şam”ê ku Tirkîye pişta wan digire, darên zeytûnê yên gundên Kewkebe, Bircike, Birc Heyder û Kamrokê yên ser bi Efrînê dibirrin.

SOHR’ê ragihand ku çekdarên Koma Hemze 80 darên zeytûnê li gundên Kewkebe û Bircikê li derdora Efrînê birrîn û çekdarên Sipah ul Şam’ê jî 100 darên zeytûnê li gundê Birc Heyder ser bi navçeya Şerawa ya Efrînê û 80 dar jî li gundê Kamrokê ser bi navçeya Şeran’ê birrîn û veguhestin bazarên Idlib û Efrînê û wek êzing û ardû difiroşin.

Bilî birrîna darên zeytûnê bi destê komên ser bi Tirkîyê li Efrînê, demografîya vê herêmê jî bi awayekî berfire hatîye guhertin û girtina welatîyan û standina bacê di berdêla azadkirina wan da, talankirin û zevtkirina mal û milkê xelkê û bicihkirina malbatên çekdarên ser bi Enqereyê didome.  

 

Serepeyv