Li taxeke kurdnişîn a Helebê avahîyek herifî; 12
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i338981-li_taxeke_kurdnişîn_a_helebê_avahîyek_herifî_12
Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê avahiyeke 5 qatî hilweşiya û li gor zaniyariyên destpêkê heta niha herî kêm 12 kesan canê xwe ji dest dane 2 kes jî birîndar in.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 22, 2023 12:01 Asia/Tehran
  • Li taxeke kurdnişîn a Helebê avahîyek herifî; 12

Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê avahiyeke 5 qatî hilweşiya û li gor zaniyariyên destpêkê heta niha herî kêm 12 kesan canê xwe ji dest dane 2 kes jî birîndar in.

Li bajarê Helebê yê Sûriyê şeva buhurî avahiyeke 5 qatî li taxa Şêx Meqsûd ku yek ji her du taxên kurdnişîn e, hilweşiya.

Li gor zanyariyên destpêkê, cenazê 12 kesan ji bin avahiya hilweşiyeyî hatine derxistin. Ew avahîya li Kolana Marûfê hilweşiya û li gorî agahîyan kesên ku canê xwe ji dest dane 5 jin, 5 zarok û 2 kesên bitemen in.

Hat ragihandin ku di avahiya ku 7 malbat lê diman de 30 kes di bin kavilan de mane û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî didomin.

Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ku tê texmînkirin ku piştî koçberiya ji Efrînê 200 hezar kurd lê dijîn, di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ne.