Şamê bertek nîşanî boykotên Waşîngtonê dijî pergala Tenduristiyê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i338869-Şamê_bertek_nîşanî_boykotên_waşîngtonê_dijî_pergala_tenduristiyê_da
Şamê, kiryarên sepandî û nû yên dewleta Amerîkayê dijî pişka tenduristî û dermankirinê li Sûriyê şermezar kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 17, 2023 09:45 Asia/Tehran
  • Şamê bertek nîşanî boykotên Waşîngtonê dijî pergala Tenduristiyê da

Şamê, kiryarên sepandî û nû yên dewleta Amerîkayê dijî pişka tenduristî û dermankirinê li Sûriyê şermezar kirin.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê duh Duşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: “Sûriye boykotkirina dubare ya pişka tenduristiya vî welatî ku ji aliyê Amerîkayê ve û ya ku ser navê nivîsgeha Pîşe û Ewlehiya  Wezareta Bazirganiya Amerîkayê ye pêk hatiye, bi tundî şermezar dike.”

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê di dewama daxuyaniya xwe da amajeyî vê yekê dike ku dewleta Amerîkayê pêşiya firotina alavan yan raberkirina xizmetan , piştevanî yan şandina tîkeyên zêde bo gelek nexweşxaneyên dewletî û sivîl ên Sûriyê digire, herwiha ragihand: “Ev karên nemirovane, careka din bêhitbarbûna îdiayên ku dewleta Amerîkayê raber dike, nîşan didin.”

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê herwiha pêgîrî kir: “Boykotkirina nexweşxaneyên ku xizmetên tenduristiyê raberî bi mîlyonan sûriyan dikin, binpêkirina aşkera ya xalên mafên navneteweyî û mafên mirovdostiyê ye û hewcedarê karê  demlidest ê NY’yê, Rêxistina tenduristTenduristiyê ya Cîhanî û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor e.”