Çile 08, 2023 13:45 Asia/Tehran
  • Tirkiyê bi giranî derdora Reqayê da ber topan

Kesên ser bi artêşa Tirkiyê gund û bajarokên derdora Reqayê li bakurê Sûriyê, bi giranî dan ber topan.

Roja Şemiyê, kesên ser bi Tirkiyê, gundê El-Fatise û derdora rêya navneteweyî ya M-4’ê û bajaroka Eyn Îsayê li derdora bakurê Reqayê dan ber topan.

Çavkaniyên xwecî li bakurê Sûriyê derbarê vê yekê de ragihandin: Artêşa Tirkiyê û kirêgirtiyên di bin fermana wê de her roj, navçeyên ku xelk lê rûdinin, erdên cotkariyê û rêyên bakurê Sûriyê didin ber êrişan û eva xisareke aborî ya zêde dighîne xelkê van navçeyan û xebatên wan ên rojane rastî pisrgirêkê tîne.

Êrişên Tirkiyê ser bakurê Sûriyê bi hinceta rawestana li hember PKK’yê di halekî de didomin ku Enqereyê bi Şamê re bona destpêkirina peywendiyan û rawestandina êrişên xwe, dest bi muzakireyê kirîye.

 

Serepeyv