"Bila civaka cîhanî ji bo rakirina kiryarên yekalî yên dijî Sûrîyê hewil bide"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i338475-bila_civaka_cîhanî_ji_bo_rakirina_kiryarên_yekalî_yên_dijî_sûrîyê_hewil_bide
Sersekreterê Konferansa Partîyên Ereb pêgirî kir: Sekinîna li rex Sûrîyê “Berxwedanê” himberî komployên sîyonîstî-amerîkî diparêze.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 28, 2022 16:03 Asia/Tehran

Sersekreterê Konferansa Partîyên Ereb pêgirî kir: Sekinîna li rex Sûrîyê “Berxwedanê” himberî komployên sîyonîstî-amerîkî diparêze.

Sersekreterê Konferansa Partîyên Ereb Qasim Salih di axavtineke di çaçrova kempêyna cîhanî ya ji bo rakirina dorpêça Sûrîyê da ku ji hêla ‘Mein Beşûr’ Serokê Damezirînerê Konferansa Etnîkî-Erebî hat birêxistin, got: Êrişa ser Sûrîyê, êrişa ser hemî “Bereya Berxwedanê” ye û rawestana li rex vî welatî, “Bereya Berxwedanê”, gelê Filistînê û hemî gelê ereb himberî komployên amerîkî-sîyonîstî diparêze.

Salih di dewamê da got: Qanûna Sezar a Amerîkayê hemî isûlên mafên merivan û mafên mirovdostîyê yên navnetewî binpê dike û ser bingeha derew û angaştên pûç ên dijminên gelê Sûrîyê hatîye amadekirin.

Sersekreterê Konferansa Partîyên Ereb herwiha got: Ev qanûna di çarçova şerê aşkira yê Amerîkayê dijî gelê Sûrîyê da bi saya bikaranîna çekên herî qirêj li rex terorîsm, dorpêça aboî, zexta sîyasî û propagandaya medyayî ya derew cî digire, lê Sûrîye dê bi berxwedana gelê xwe himberî dijminan ser bikeve. Sûrîye ji ber pabendbûna li serwerîya netewî, serxwebûn û piştgirîya ji Bereya Berxwedanê li Iraq, Filistîn û Libnanê ket ber şerê terorê.

Sersekreterê Konferansa Partîyên Ereb di dawîyê da ji civaka navnetewî xwest ku ji bo rakirina her cure pêngava neqanûnî û yekalî ya dijî Sûrîyê hewil bide.