Kanûn 24, 2022 15:56 Asia/Tehran
  •  Talankirina çavkaniyên niftê yên Sûriyê ji aliyê amerîkiyan va didome

Destdirêjkirên amerîkî û kirêgirtiyên wan dest bi dizîna 95 tankêrên hilgirê nifta Sûriyê û veguhestina wan ber bi Iraqê kirin.

 Li gorî rapora roja Îniyê ya SANA News’ê, amerîkîyan di dewama mayîna xwe ya neqanûnî li Sûriyê de, 65 tankêrên nifta vî welatî ji derbasgeha neqanûnî ya El-Mehmûdiyeyê û 30 tankrên din ji derbasgeha El-Welîdê li derdora rojhilatê Hesekeyê veguhestin Iraqê.

 Di vê raporê de hatiye ragihandin, hêzên amerîkî yên dagirker ev nift ji meydanên Cezîrê û navçeya rojhilatê welêt dizîne.

Di vê barê de Besam Sebax balyozê dayîmî yê Sûriyê li NY’yê duh hişyarî da, talankirina berdewam a serwet û çavkaniyên Sûriyê ji wan nift û genim ji aliyê hêzên amerîkî yên dagirker û mîlîtanên ser bi wan, derd û elema gelê Sûriyê girantir dike.

 Balyozê dayîmî yê Sûriyê got, Ji ber ku  hinek welat vê rasitiyê berçav nagirin ecêbgirtî maye.

Eskerên Amerîkayê û terorîstên ser bi wan ev demek e bi awayê neqanûnî li bakur û rojhilatê Sûriyê de û ji xeynî talankirina çavkaniyên nift û genimê vî welatî hin karan dijî gelê Sûriyê dikin.

 

 

 

Serepeyv