Kanûn 23, 2022 13:30 Asia/Tehran
  • 515 endamên DAIŞ’ê yên biyanî bo welatên xwe hatin vegeradin

 Nivîsgeha Peywendiyên derve ya Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, ragihand ku 515 endamên DAIŞ’ê yên biyanî yên li li kampên ‘Hol’ û ‘Roj’ê bo welatên xwe hatin vegeradin.

Nivîsgeha Peywendiyên derve ya Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, roja Pêncşemiyê 22ê Kanûnê, 515 endamên malbata DAIŞ’yên biyanî ku li kampên Hol û Rojê li bakur û rojhilatê Sûriyê zindanî bûn, radestî 13 welatan kirin.

 Nivîsgeha Peywendiyên derve ya Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê di civîneke rojnamevaniyê de ku li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin, qala radestkirina endamên DAIŞ’ê yên biyanî bo welatên wan kir û ragihand ku welatên ku hejmareke zêde ji van endaman bo wan  hatine vegerandin, Tacîkistan, 146 kes, Rûsiye 68 kes, Fransa 109 kes, Almanya 53 kes û Holanda 60 kes bûne.

Hêjayî gotinê ye ku li kampên Roj û Holê li bakur - rojhilatê Sûriyê, 20 hezar kes ji 50 welatên curbicur dijîn ku hemî malbatên endamên DAIŞ’ê ne.

 

Serepeyv