Kanûn 18, 2022 19:15 Asia/Tehran
  •  Artêşa Tirkiyê êrîşî ser derdora Kobanê kir; 3 welatiyên sivîl hatin kuştin

Navena Medyayê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi weşandina daxûyaniyekê ragihand ku 3 kesên sivîl ji wan zarokek di encama êrişa artêşa Tirkiyê ya bi xwefiran ser gundekî derdora Kobanê hatine kuştin.

Navenda medyayî ya HSD'yê bi daxûyaniyekê qala candana çend kesên sivîl li gundekî derdora Kobanê di encama êrişa artêşa Tirkyê ser vî gundî kir.

 Di vê daxûyaniyê de htaiye: "Artêşa Tirkiyê di dewama êrişên ser navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê bi êrişa ser welatiyên sivîl û binesaziyên van navçeyan, dixweze ku viyana gelê me lawaz bike û projeyên xwe yên li dijî gelê Sûriyê li van navçeyan bi cih bîne."

 Di dewama vê daxûyaniyê de hatiye: Artêşa Tirkiyê siet 13:30 a roja 17ê Kanûnê, bi xwefirekê êrişî ser gundê Reqasê yê navçeya Çelebiyê kir ku di encamê de, 3 kes ji wan zarokek bi navê Weysî Muhemed Weysî hatin kuştin.

 

Serepeyv