Mijdar 27, 2022 17:52 Asia/Tehran
  • Yekem balefira rûsî ya rêwîhilgir piştî 12 salan li Sûriyê daket

Yekem balefira rûsî ya rêwîhilgir piştî 12 salan li balefirgeha Laziqiyeya Sûriyê daket.

Rojnameya Arabi-21ê di raporekê da nivîsî: Wezareta veguhestinê ya Sûriyê roja Yekşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand, balefirgeha Laziqiyeyê li bakûrê Sûriyê ji bo destpêkirina firînên rêkûpêk digel balefirgeha Mexaç Qeleya (Makhachkala) navenda komara xweser a Daxistana Rûsiyê, roja Şemiyê piştî 12 salan mazûvaniya yekem balefira rûsî ya rêwîhilgir kir.

Di vê daxuyaniyê da hatiye: Rêveberiya balefirgeha Lziqiyeyê di vî warî da tevî amajeya bi amadetiya vê balefirgehê ji bo wergirtina gişt balefirên rêwîhilgir, got, Kompaniya geştên asimanî ya Cosmos'ê hêleke geştên asimanî ji balefirgeha Makhachkala'yê ber bi balefirgeha Laziqiyeya Sûriyê damezirand û ji niha û pê va ev geşt dê her hefteyê pêk were.

 

Serepeyv