Mijdar 14, 2022 13:16 Asia/Tehran
  • HSD'yê îdiayên Tirkiyê yên kuştina 12 endamên wê derew zanîn

HSD'yê ragihand ku îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ên kuştina 12 endamên wê, ne rast in.

Li gorî nûçeya Hawarnewsê (ANHA), Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê bersiva îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyê da ku dibêje 12 şervanên HSD'yê kuştine.

Navenda Ragihandinê HSD'yê ev daxuyanî li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir û tê da ragihand ku, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, di rojên 12 û 14'ê Mijdarê de daxuyanî dan û îdia kir ku di van her 2 rojan de 12 şervanên me kuştine. Ev îdiayên wan nerast in.

Ji aliyê din va Hawarnewsê ragihand ku Artêşa Tirkiyê gundekî Til Temirê û gundên Zirganê bi çekên giran topbaran kir.

Li gorî vê raporê, Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî bi wê gundê Um Hirmile yê bakurê Til Temirê û gundên Dada Ebdal û Bobî yên bakurê Zirganê li bakûrê Sûriyê bi çekên giran topbaran dikin.

Serepeyv