Mijdar 10, 2022 08:49 Asia/Tehran
  •  Cenazeyên qurbaniyên penabertiyê li Kobanê hatin pêşwazîkirin

Bi hezaran şêniyên Kobanê 9 cenazeyên penaberên ku li beravên bajarê Wehranê yê Cezayîrê di Cotmeha borî de noq bûbûn, pêşwaz kirin.

Bi hezaran şêniyên ji gund û bajarokên Kobanê ji sibeha roja Çarşemiyê ve li nêzî pira Qereqozaqê ya li ser Çemê Firatê kom bûn ku cenazeyên 9 penaberan ku bûne qurbaniyên penabertiyê pêşwazî bikin.

Cenaze saet di 16:00′an de gihaştin naverasta Kobanê û veguhastina gund û bajarokên cuda ku malbatên wan veşêrin.

Desthilata bakûr û rojhilatê Sûriyê lêçûna cenazeyan ji Cezayîrê heta bi Dûha û ji wir jî ber bi Libnan û Sûriyê ve da.

Şandeyên ji Desthilata bakûr û rojhilatê Sûriyê şaxa Minbic û Herêma Firatê duh sibê cenazeyên qurbaniyan ji nêzî deriyê Tayhe yê li Minbicê piştî derbasbûna wan di herêmên bin serweriya hikûmeta Sûriyê re pêşwazî kirin.

Li gorî qeydên Nexweşxaneya Firatê ya li Minbicê ew 9 cenaze yên Cuma Ferhan Kilîl (28), Basil Ebdulqadir Îsa (28), Xelîl Elaedîn Silêman (25), Qehreman Mehmûd Dawud (32), Ehmed Mihemed Remo (41), Xelîl Şêx Nebî Mihemed (16), Rênas Muslim Omer (30), Bekir Mihemed Bozan (47) û Bekirî Mihemed Elî (23) ne.

Di 3′yê Cotmeha borî de keştiyek ku tê de penaber hebûn, li beravên Cezayîrê noq bûbû, di encamê de 18 kesan ku piranî sûrî bûn, di nav de jî 9 kesên ji Kobanê, noq bûn.

Serepeyv