Mijdar 06, 2022 19:27 Asia/Tehran
  • Hişyariya Rûsyayê li ser plana nû ya bereya terorîst a El-Nusre li Sûriyê

Cîgirê Serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Sûriyê derbarê plana koma têrorîst a El-Nusreyê ji bo kiryarên tehrîkker li parêzgeha Idlibê agahî da ku hewl dide bi vî awayî dewleta Sûriyê û hêzên Rûs bi kiryarên dijî mirovan tawanbar bikin.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya ajansa nûçeyan a Sputnik`ê, "Olîg Îgorov" cîgirê serokê navenda Lihevanînê ya Rûsî ragihand ku li gor zanyariyên ku vê navendê bi dest xistine, çeteên koma têrorîst a Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusre) li gel rêxistina terorîst a "Kum Spiyan" ku îdia dike mafên mirovan diparêze, plan dikin ku çalakiyên provokatîf li parêzgeha Idlibê (bakurê rojavayê Sûriyê) bikin.

Îgorov tekez kir ku ev çeteyên çekdar plan dikin ku dîmenên encamên êrîşên li ser kampên penaberan li her du gundên Keferderiyan û Kafrcalisê li parêzgeha Idlibê bikin wêne.

Cîgirê Navenda Lihevanînê ya Rûsî ragihand ku armanca van kiryarên provakatîf tawanbarkirina hikûmeta Sûriyê û hêzên Rûsî bi armanckirina sivîlan û navendên mirovî ye.

Li gorî vê raporê, di roja derbasbûyî de, çeteyên Cebhet El-Nusra, 8 êrişên topxaneyî ser navçeyên kêmkirina rageşiyê li Sûriyê kirine.

Îgorov her wiha got: Terorîstên El-Nusra li devera El-Rawiyeyê jî bi balafirên bê firokevan êriş kirin û di encamê de 7 leşkerên Sûriyê birîndar bûn.

Herêmên kêmkirina rageşiyê ku parêzgeha Idlibê û beşek ji parêzgehên Heleb, Hemayê û Laziqiyê dihewîne, penageha dawî ya çeteyên koma têrorîst a Tehrîr El-Şam in ku endamên wê piranî ji Cebhet El-Nusreyê ne.

Serepeyv