Mijdar 02, 2022 12:19 Asia/Tehran
  • Holanda dê 40 welatiyên xwe ji kampên bin desthilata kurdên Sûriyê vegerine

Holanda dixwaze 40 welatiyên xwe yên girêdayî koma terorîst a DAIŞê ji kampên bin desthilata kurdên Sûriyê dê vegerine.

Hikûmeta Holanda ragihand ku ew dixwaze 12 jin û 28 zarokên terorîstên DAIŞê ku xwedî nasnama Holandî ne li kampên bin deshilata kurdên Sûriyê vegerîne welat.

Di nemayekê de hikûmeta Holandayê tekez dike ku ew rijd in li ser vegerandina wan jinan ku tohmetbar in bi karên terorstî.

Hikûmeta Holanda di nema xwe ya ji bo Parlemanê de diyar dike dema ku ew hatin vegerandin dê rasterast werin desteser kirin û dadgehkirin

Di meha Adara îsal jî Holandayê 3 zarok û jinek ji kampa Holê vegerandibûn.

Ev yek di demekê de ye ku teşkîlata kurdên Sûriyê ya bi navê Rêveberiya Xweser dibêje ew dê Kampa Holê vala bikin û di vê çarçoveyê de banga her welatekê ku welatiyên wan li Kampa Holê ne, kir ku wan vegerînin.

Weke tê zanîn Kampa Holê dikeve başûrê rojhilatê bajarê Hesekê yê Sûriyê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê de ye û zêdetirî 70 hezar koçber ku ji 60 welatên cîhanê çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne, tê de ne. Nêzîkî 30 hezar ji wan Iraqî ne.

Serepeyv