Cotmeh 29, 2022 11:42 Asia/Tehran
  • Awustralya 17 welatiyên xwe ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vedigerîne

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya kurdên Sûriyê ya Bakur û Rojhilatê vî welatî 4 jin û 13 zarokên ji malbatên DAIŞʹê radestî şandeyeke Awustralyayê kirin.

Rayedarên kurd ên Sûriyê dibêjin, şandeyeke ji Awustralyayê bi seroketiya nûnerê Awustralyayê yê taybet ji bo Sûriyê Mark Anis Brown serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Qamişlo kir û bi raytedarên vê daîreyê re ser vegerandina hevwelatiyên Awustralyayê yên li Kampa Holê gotûbêj kirin.

Di dawiyê hevdîtinê de 4 jin û 13 zarokên ji malbatên DAIŞ’ê bi belgeyeke fermî di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dewleta Awustralyayê de radestî şandeyê hate kirin.

Wezîrê Navxwe yê Awustralyayê Clare O'Neil di daxuyaniyekê de derbarê vê mijarê de ragihand, hikûmetê çend sedemên girêdayî asayîş û civakê li ber çav girtiye û got: “Biryara wergirtina wan jin û zarokên wan li ser bingeha nirxandina takekesî, piştî xebata demdirêj a ji aliyê dezgehên ewlehiya niştimanî ve, hatiye dayîn.”

Wezîrê Navxwe yê Awustralyayê herwiha got: Eger endamên dezgeha dije terorê bigihin wê encamê ku ew jin li Sûriyê beşdariya çalakiyên neyasayî bûne, dibe ku ew li Awustralyayê werin darizandin.

Kampa Holê kampa malbat û kesûkarên terorîstên DAIŞê ye û li gor amaran, zêdetirî 71 hezar kesên ser bi DAIŞê tê de ne û nîvê nişteciyên kampê, temenên wan ji 18 salî kêmtir e û piraniya wan Iraqî ne, ew kamp weke metirsiya serîhildana DAIŞê tê dîtin û çend caran alozî jî tê de derketiye, loma bi awayekî fermî hatiye xwestin ku welatên cîhanê hemwelatiyên xwe yên li nav wê kampê vegerînin welatê xwe.

Herwiha li gor amarên teşkîlata kurdên Sûriyê ya bi navê Rêveberiya Xweser, nêzîkî 2 hezar û 500 jin û zarokên welatên biyanî jî li nav Kampa Rojê dijîn.

Serepeyv