Cotmeh 21, 2022 10:30 Asia/Tehran
  • Nûnerê Pûtîn ê taybet li Şamê bi Bişar Esed ra civiya

Alexander Lavrentiev nûnerê Vladîmîr Pûtîn ê taybetî karûbarên Sûriyê li Şamê bi Bişar Esed serokomarê vî welatî ra civiya.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Alexander Lavrentiev di vê hevdîtinê da bi gotina vêya ku Pûtîn girîngiyeke zehf dide berfirehkirina peywendiyên digel Sûriyê, got: Civînên konseyên hevakegiya wezaretan di navbera Sûriye û Rûsiyê da derfetek ji bo vekolandina asoya hevkariya pêşerojê û diyarkirina warên hevkariyê yên nû ye.

Alexander Lavrentiev di vê hevdîtinê da bi nûnertiya taxima rûsî encamên pêkhatî ji pêncemîn civîna Rûsiye û Sûriyê ya hevpar ji bo şopandina Konferansa navneteweyî ya vegeriyana awareyên sûrî ji Bişar Esed ra ragihand.

Bişar Esed jî di vê hevdîtinê da tekezî li ser girîngiya şopandina encamên bidesthaatî di vê civînê da û girîngiya çalakiya hevpar di warên çandî û perwerdehiyê da kir.

Ji aliyê din va, Husên Mexlûf Wezîrê karûbarên navxweyî û jîngehê yê Sûriyê roja Pêncşemiyê qala vegeriyana zêdetirî 5 miliyon awareyên sûrî bo welatê xwe ji sala 2018an va heta niha û tevî hemî astengîderxistinên welatên rojavayî kir.

Husên Mexlûf, Wezîrê karûbarên navxweyî û jîngehê yê Sûriyê roja Pêncşemiyê di axaftinekê da li civîna hevpar a Sûriye û Rûsiyê ji bo şopandina Konferansa Navneteweyî ya Vegeriyana Awareyên Sûrî li Şamê, got: Ji sala 2018an va zêdetirî 5 miliyon penaber û awareyên sûrî vegeriyane cih û warê xwe.

 

Serepeyv