Cotmeh 02, 2022 12:45 Asia/Tehran
  • Holanda dê 41 welatiyên xwe yên DAIŞî ji kampên HSDê vegerîne

Hikûmeta Holandayê niha bi riya planekê dixwaze 41 welatiyên xwe yên DAIŞî ji kampên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li bakur û rojhilatê Sûriyê vegerîne.

Li gor medyaya Holandayê, Hikûmeta vî welatî bi riya planekê dixwaze  41 welatiyên xwe ku ji 12 jin û 29 zarok ên DAIŞiyan ji kampên Holê û Rojê yên HSDê li bakur û rojhilatê Sûriyê vegerîne, lê heta niha dema cîbicîkirina vê planê nehatiye diyarkirin ku divê ji bo vê plane hevahengî bi Rêveberiya kurdên Sûriyê re hebe.

Di Sibata 2022an de, 5 jin û 11 zarokên Holandî yên DAIŞiyan ji kampên HSDê li bakur û rojhilatê Sûriyê vegeriyabûn welatê xwe û yekser ji aliyê asayîşa wî welatî ve bi tohmeta terorê hatin girtin.

Li gor Hikûmeta Holandayê di salên “Xîlafeta DAIŞê” de nêzîkî 300 welatiyên wan çûbûn Sûriye û Iraqê, niha jin li gel zarokên xwe li kampên jinan ên HSDê dimînin û zilam jî di zindanan de ne.

Serepeyv