Îlon 14, 2022 13:16 Asia/Tehran
  • Kampa Holê ya Hesekeyê; 'Pêngava Mirovî û Ewlehiyê' di roja xwe ya 21’ê de didome

Operasyonên lêgerîn û paqijkirinê ya li Kampa Holê ya di çarçoveya qonaxa duyemîn a 'Pêngava Mirovî û Ewlehiyê', di roja xwe ya 21'an de dewam dikin.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ser bi Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê qonaxa duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" bi piştgiriya hêzên QSD, YPG û YPJ`yê di 25`ê Tebaxê de dest pê kir.

Vê sibehê saet di 05:00’an de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD, YPG û YPJ'yê li Kampa Holê belav bûn û saet di 06:00’an de dest bi operasyonên lêgerîn û paqijkirinê kirin.

Operasyonên lêgerîn û paqijkirinê li Kampa Holê di roja xwe ya 21'an de berdewam in.

Çeteyên DAIŞ'ê yên girtî ji welatên cûr bi cûr ên cîhanê û hin endamên malbata endamên vê koma terorîst li vê kampê tên ragirtin.

Serepeyv