Kampa Holê: Hêzên Ewlekariya Hundirîn 3 jin rizgar kirine
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, ji Kampa Holê ya li Hesekeyê 3 jin rizgar kirin.
Medyaya ser bi Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye ku, di çarçoveya operasyona xwe de, li nav Kampa Holê hêzên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), li beşa malbatên DAIŞê, 3 jin rizgar kirin.
Li gorî heman zanyariyan, ew 3 jin hatibûne bendkirin û bi awayekî tund hatibûne îşkencekirin û li cihekî taybet ji bo îşkencekirinê, ji aliyê jinên DAIŞê ve, hatibûne veşartin.
Temenê wan jinan jî 20, 22 û 23 salî ye, lê ji bo parastina jiyana wan, navên wan nehatine eşkerekirin.
Her li gorî zanyariyan, di çarçoveya qonaxa duyem de ji operasyona bi navê “Operasyona Mirovahî û Ewlehiyê”, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ser bi Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê keçeke Kurd a Êzdî bi navê Wefa Elî Ebbas rizgar kiribû.
HSD û Asayişa Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji roja 25ê meha borî ve operasyonek li dijî şaneyên DAIŞê li nav Kampa Holê dest pê kiriye û heta niha zêdetirî 120 kes hatine girtin.