Îlon 02, 2022 18:28 Asia/Tehran
  • Çeteyekî DAIŞ'ê ​​​​​​​li Hesekeya bakûrê Sûriyê hat girtin

Yekîneyên taybet ên QSD'ê çeteyekî DAIŞ'ê li Hesekeyê girt ku propagendaya fikirê tundraw dikir û hewl dida endamên nû tev li DAIŞ'ê bike.

Li gorî nûçeya Ajansa Hawar Newsê (ANHA), Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaiyekê ragihand ku yekîneyên taybet, çeteyekî DAIŞ'ê li Hesekeyê girt ku fikirê tundaw belav dikir û hewl didin endamên nû tev li xwe bike.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Yekîneyên taybet ên hêzên me Hêzên Sûriya Demokratîk li taxa Xiwêran a bajarê Hesekeyê endamekî rêxistina ''DAIŞ'' a terorîst girt, ku bi şaneyên veşartî yên rêxistinê re koordîne dikir, propagendaya fikirên tundaw dikir, her wiha hewl dida endamên nû tev li rêxistinê bike. Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên me di demên berê de li herêmên cûda yên Bakur û Rojhlatê Sûriyê gelek endamên rêxistina terorîst girtin ku hewl didan fikirê terorîst belav bikin. Hêzên me teqez dikin ku dê têkoşîna li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê dewam bikin û ewlehî û istiqrara herêmê biparêzin."

Ji aliyê din va, Hawar Newsê ragihandiye ku duh di çarçoveya qonaxa duyemîn a operasiyona bi navê "Pêngava Mirovî û Ewlehiyê" ya li Kampa Holê de 8 çeteyên DAIŞê hatin girtin.

Serepeyv