Tebax 28, 2022 17:23 Asia/Tehran
  • Di êrîşa li dijî baregeha artêşa Sûriyê de 3 kes hatin kuştin û birîndar bûn

Baregeha artêşa Sûriyê ya li rojavayê “Tal Tewîl” a li derdora El-Tenefê ya di bin kontrola hêzên dagirker ên Amerîkayê de ye, hate topbarankirin.

Herêma El-Tenifê ku baregeha Amerîkayê lê ye, herêmeke jeostratejîk a sereke û gelekî girîng e ku li sêgoşeya sînorê Sûriye, Iraq û Urdunê ye.

Herêma El-Tenifê ku baregeha Amerîkayê lê ye, herêmeke jeostratejîk a sereke û gelekî girîng e ku li sêgoşeya sînorê Sûriye, Iraq û Urdunê ye.

Ev baregeha neqanûnî bi hebûna dagirkeriya Amerîkayê hatiye avakirin û 50 km herêmeke wê ya qedexekirî heye.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Rûsiya El-Yewm, Navenda Lihevanînê ya Rûsiyê li Sûriyê ragihand ku di encama êrişa balafirên bê firokevan de ser baregeheke artêşa Sûriyê li rojavaya çiyayê Til Tewîl El-Tenif, leşkerekî sûrî hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Rêveberê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Sûriyê "Oleg Egorov" ragihand ku çekdarên herêma El-Tenifê ya di bin kontrola Amerîkayê de li Sûriyê navenda lîwaya 134 a tankan a artêşa Sûriyê li rojavayê çiyayê Til Tewîlê kirin armanc.

Alîkarê rêvebirê Navenda Lihevanînê ya Rûsî her wiha got: Ev êrîş bêkarîya koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ya bi navê "Têkoşîna Dijî Terorê" ji garantîkirina serdestîya li ser herêma Tenif û tepeserkirina operasyonên terorîstî nîşan dide.

Serepeyv