Baregeha artêşa Sûriyê ya li rojavayê “Tal Tewîl” a li derdora El-Tenefê ya di bin kontrola hêzên dagirker ên Amerîkayê de ye, hate topbarankirin.
Îro di saetên sibê de du teqînên dijwar li herêma 55`an a li sêgoşeya sînorê di navbera Sûriyê – Iraq-Urdunê li başûrê rojhilata Sûriyê de anku nêzî baregeha Tenef a hêzên Koalisyona Amerîkî, rû dan.
Amerîkayê piştrast kir, ku binkeya leşkerî ya wî welatî ya li Tenef a li başûrê Sûriyê rastî êrişê hatiye. Wezareta Berevaniya Amerîkayê, Pentagonê ragihand ku di êrişê de ti leşkerekî wan birîndar nebûye.