Tebax 27, 2022 23:33 Asia/Tehran
  • Ji ber êrîşên hovane yên Tirkiyê di nava 24 rojan de 13 zarok hatine kuştin

Di nava 24 rojan de, 40 zarok li herêmên kurdî û bakurê Sûriyê bûne qurbaniyên êrîşên bi dronan û topbarankirinê.

Êrîşên Dronên Tirkiyê û topbarana hêzên wê bo ser gund û bajarok û bajarên kurdên Sûriyê û bakurê Sûriyê bi dehan zarok kirine qurbanî.

Li gor raporek Rêxistina Save the Children, di nava 1 û 24 Tebaxê de, 40 zarok bûne qurbaniyên êrîşên ku li bakur û rojhilatê Sûriyê hatine kirin, hejmara herî mezin bi êrîşên hêzên Tirkiyê hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gorî raporê, di 24 rojan de, 13 zarok ji ber topbarankirin û êrişên dronan hatine kuştin û 27 zarok jî birîndar bûne.

Roja 24 Tebaxê 2 zarok li Til Rifet hatin kuştin, 19 Tebaxê 4 zarokên keç bi dronekê li hatine kuştin û 11 zarokên keç birîndar bûne, 19 Tebaxê 6 zarok li Babê bi topbaranê hatine kuştin. Roja 16ê Tebaxê jî, zarokre li Kobanî hatiye kuştin

Rêveberê Saziya Sûriyên ji bo Rastî û Dadmendiyê Besam El-Ehmed dibêje: “Operasyonên topbarankirin û armancgirtina zarokan li bakur û rojhilatê Sûriyê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve beşek in ji operasyonên berfirehtir ku sivîl kuştin û birîndar kirin. Mixabin, diyar e ku corek ji çavgirtinê ji aliyê hêzên Amerîka û hêzên Hevpeymaniyê ve heye, û herwiha jî ji aliyê hêzên Rûsyayê ve ku binkeyên wê li herêmê hene.”

Serepeyv