Erebên hawirde li Efrînê pîrejineke Kurd kuştin
Tebax 27, 2022 13:57 Asia/Tehran
Li gundekî herêma kurdî ya Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê, pîrejineke Kurd di nav mala xwe de bi gulleyên Erebên hawirde hat kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku roja Pêncşemê, pîrejina Kurd a bi navê Rîhane Omer Mihemed (70 salî), li gundê Çençeliya, ser bi Raco, di hewşa mala xwe de bi gulleyeke bêserûber hatiye kuştin.
Li gor rêxistina navborî, dema pîrejina Kurd di hewşa mala xwe de dar hûr dikirin, gulleyek lê ketiye û di encam de canê xwe ji dest daye.
Heman rêxistin dibêje ku di wê demê de, Erebên hawirde di şahiyeke hevsergîriyê de, li gundê Hecmalo, li tenişt gundê Çençelya, teqe dikirin.
Li gor rapora pizîşkê dadwerî, sedema canjidestdana pîrejina Kurd gulleyek e ku li pişta wê ketibû.